Di çarçoveya projeyeka neteweyî ya hevpar de bi Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, 30 dibistanên Kurdî li derveyî welat hatine tomarkirin û sê hezar xwendekar jî bi rêya ineternetê bi diyalektên cuda cuda fêrî zimanê xwe yê dayikê dibin.
Nûnerê Konfederasyona Diyasporaya Kurdî li Herêma Kurdistanê Xelîl Şerîf îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) hûrguliyên projeyeka neteweyî ji bo pêşvebirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî li derveyî welat pêşkêş kir, ku tê de bi hezaran zarokên Kurd bi rêya amadebûnê û fêrbûna elektronîkî feydeyî werdigirin.
Xelîl Şerîf ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand ku, niha 30 dibistanên Kurdî li derveyî welat di bin sîwana projeya wan a neteweyî de hatine tomarkirin. Ew proje bi hevparî di navbera Konfederasyona Diyasporaya Kurdî li Ewropayê û Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê birêvebirina û armanca sereke parastin û fêrbûna zimanê Dayikê ye.
Navbirî bal kişand ser pêşkeftina berçav li welatên wekî Swêd û Almanyayê, ku tê de perwerdehiya bi zimanê Kurdî bûye parek ji pergala fermî û mamosteyên Kurd zarokan li dibistanan perwerde dikin.
Nûnerê Diyasporaya Kurd ron jî kir: Ev pêvajo ne tenê hînkirin e, belkî herwesa dabînkirina pirtûkan û alfabeya Kurdî û hêsankirina ezmûnan jî vedigire da ku xwendekar teşwîq bikin ku berdewam bin.
Xelîl Şerîf di derheqa wan deverên ku dibistan lê nînin an jî ji bo berfirehkirina çarçoveya fêrbûnê eşkere kir ku, sê hezar xwendekar bi rêya pergala serhêl pişkdar dibin. Perwerde bi çar astên cuda cuda û bi diyalektên Soranî, Kurdî û Badînî tên birêvebirin.
Xaleka girîng a wê projeyê ew e ku, ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve îtîraf bi bawernameyan tê kirin û piştî qedandina astan ji xwendekaran re tên pêşkêşkirin.
Nûnerê Diyasporaya Kurdî eşkere jî kir ku, pêvajoya qeydkirinê her sal di demsala havînê de dest pê dike û bi rêya lînkeka taybetî her kes dikare xwe qeyd bike da ku ji vê projeya neteweyî feydeyî werbigire.
Berdevkê Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî di daxuyaniyekê de got ku, di çarçoveya yadaştnameya hevfêmkirinê ya di navbera Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî de wekî piştgiriyekê ji bo xwendin û parastina zimanê Kurdî li derveyî welat li çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê, şeş hezar pirtûkên zimanê Kurdî bi diyalekta Kurmancî ya çapkirî, ku giraniya wan 2 ton û 570 kîlogram e, bi rêya barhilgirekê ji bo Ewropayê hatine şandin.
Her di çarçoveya bizavên girîngîdana bi perwerdehiya Kurdî û zimanê dayikê li diyasporayê de, Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir li roja 25ê Cotmeha 2025ê heşt hezar û 500 pirtûkên Kurdî bi her du diyalektên Soranî û Kurmancî bi giraniya du ton û 320 kîlograman ji dibistanên Kurdî yên Ewropa û Amerîkayê re şandine.