Zelandaya Nû dê bê pere derzî bişîne ji bo cîranên xwe jî

.

Zelandaya nû ragihand ku dê derciya Covid-19 bê pere bide hemwelatiyên xwe û welatên cîranên wê.

Serjimariya Zelandaya Nû dor 5 mîlyonî ye. Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern got ku hemwelatiyên wan ên bixwazin derzî li xwe bidin dê bikaribin bê pere derzî li xwe bidin. Ligel vê ragiahnd ku ewê derziyan ji bo welatên cîran ên bi navê Tokelau, Giravên Cook, Niue, Samoa, Tonga û Tuvaluyê jî bê pere bişînin.

Li Zelandaya Nû ev 6 meh in kesek bi nexweşiya Covid-19 neketiye. Zelandaya Nû lilgel kompaniyên Pfizer-BioNTech, Janssen Pharmaceutica, Novavax û Oxford-AstraZenica li hev kiriye û 18 mîlyon doz derzî dê bikire

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye