Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!

Berdevka Wezareta Derve ya Rusya Maria Zaharovayê got: Ew peymanên me li gel Tirkiyê îmzekirin e, nayê wê wateyê ku, heta hetayê dê berdewam bin.

Zaharova da zanîn: Li gorî peymana Soçîyê, pêwîst bû gelek biryar werin bicîh kirin, lê ev peyman nehatine bicîhkirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rusyayê got: Di derbarê İdlibê de Tirkîyê soz dabû, ku grubên terorîst bêçek bike û li devereke aram bicîh bike. Lê heta niha ev yêk pêk nehatîye û grubên terorîst  piranîya Idlibê kontrol dikin.

Di derbarê Soçîyê de, Zaxarovayê got, ev peyman nayên wê wateyê ku hetahetayê, dê berdewam bin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin
Netanyahu û Putînî li hev kir