Zarokekî Efrînî li Îzmîrê bi awayekî darvekirî kuştî hat dîtin

.

Hat ragihandin ku zarokekî ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bi navê Îbrahîm Hisên Mehmûd El Cumalî ku li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê çar roj berê winda bûbû, bi awayekî darvekirî kuştî hatiye dîtin.

Li gorî zanyariyan beriya 4 rojan zarokê bi navê Îbrahîm Hisên Mehmûd El-Cumalî li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê winda bûye û cenazeyê wî îro bi awayekî darvekirî hatiye dîtin.

Îbrahîm Hisênn Mehmûd El-Cumalî yê 14 salî bû û guman heye ew hatiye revandin û piştre jî hatiye kuştin.

Hat zanîn ku zarokê hatiye kuştin, ji gundê Zeytûnekê yê Efrînê bûye û tevî malbata xwe li Îzmîrê dima.   

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin