Zarokeke 10 salî payîzokan dibêje

.

 Zarokeke 10 salî ya bi navê Sorxwîn Sedûn stirandina payîzokan li ser medyaya civakî di heyama çend rojan de deng veda.

Sorxwîn Sedûn ku ji Dêrîka Rojavayê Kurdistanê ye bi dengê xwe rih da berhama herî dawî ya Mehmûd Berazî “Peyizok”.

Ev berhem weke klîp hat belavkirin, ku Şêro Hindê derhêneriya wê  kiriye,  li ser medyaya civakî dengvedaneke mezin ligel xwe anî.

Xelkê herêma koçera û bi taybetî xelkê gundê Besta Sûsê, Sêgira, Siwêdî di klîpê de beşdar bûne. Ev klîp berhemeke Productiona Pargîn e.

Bavê Sorxwîn Sedûn, Xalid Sedûn jî dibêje ku ew bi dengê keça xwe gelekî kêfxweş û serbilind e.

Payîzok, navê meqamekî dengbêjiyê li herêma Botan û Colemêrgê ye. Ev meqam di rewşên asayî de bêyî alavên muzîkê tê gotin. Di şêwaza gotinê de tişta balkêştirîn pêlpêlkirina deng di gewriyê de ye. Gelek stran û klamên dîrokî bi vê miqamê hatine gotin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye