Zanîngeha Dicleyê nivîsandina tezên bi Kurdî qebûl kir

.

Zanîngeha Dicleyê ya li Diyarbekirê ku sala borî, bi hinceta nebûna destûra Desteya Bilind a Perwerdeyê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de nivîsandina tezên bi kurdî qedexe kiribû, biryara xwe guherand.

Zanîngeha Dicleyê bi rêziknameyekê ragihandiye ku wê îsal xwendekarên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî bikaribin tezên xwe bi zaravayên kurdî yên kurmancî û zazakî binivîsin.

Di rêziknameya nû ya îsal de, destûr hatiye dayîn ku xwendekar dikarin bi ziman û zaravayên din tezên xwe binivîsin.

Zanîngeha Dicleyê sala 2020an ji bilî tirkî bi zimanekî din nivîsandina tezan li xwendekaran qedexe kiribû û bi taybet ji bo beşa kurdî di raya giştî ya Kurd de bertek hatibûn nîşandan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye