Zanîngeha Çewlîgê ji bo mêşên hingiv merayek ava kir

.

 Zanîngeha Çewlîgê ji bo mêşên hingiv her tim polen û nektarê bibînin li 10 dekar erd "meraya mêşan" ava kir.

Zanîngeha Çewlîgê ji bo pêşxistina mêşvaniyê dest bi xebatan kiriye û alîkariya mêşvanan dike.

Di çarçoveya projeya "Avakirina Meraya Mêşan" de li Xwendingeha Bilind a Meslekê Heywandarî, Cotkarî û Xurekê 10 cure nebat li mereya ser rêya navçeya Dara Hênê hatin ajotin.

Alîkarê Rêvebirê Xwendingeha Bilind a Meslekê Heywandarî, Cotkarî û Xurekê Doç. Dr. Erdal Çaçan diyar kir ku ji bo tevkariyê bidin pêşketina mêşvaniyê mereya mêşan ava kirin.

Erdal Çaçan destnîşan kir ku mera ji 10 parselî pêk tê û wiha pê de çû: "Armanca me ew e ku ji nîsanê heta îlonê mêşên hingiv her tim kulîlk û nektarê bibînin.”

Çaçan got ku nebatên 10 cureyên cuda ajotin û wiha axivî: "Dema ev hatin astekê em pîlan dikin ku ji tîrmehê heta îlonê herêmeke nebatên bi kulîlk ava bikin. PÎKOM xebata me fînanse dike."

Alîkarê Rêvebirê Xwendingeha Bilind a Meslekê Heywandarî, Cotkarî û Xurekê herwiha da zanîn ku meraya mêşan dê ji bo meh û nîv heyama derbasbûnê ya mêşvanan bibe çareserî û mozan ji nexweşiyan biparêze.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye