Yûrî Nebiyêv yek ji lîderên diyasporaya Kurd koça dawî kir

.

Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yûrî Nebiyêv îro di temenê 68 saliyê de li nexweşxaneyke Moskoyê koça dawiyê kir.

Yurî Şamil Nebiyêv 16/10/1953 li Teblîsî Paytexta Corgiya ji dayik bûye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, berê xwe dabû Moskoyê.

Yurî Nebiyên çalakvanekî Kurd ê Sovyeta berê bû û xizmeta doza rewa ya gelê xwe dikir. Yurî Nebiyên îro li nexweşxaneyeke Moskoyê ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye