Yûnanistanê careke din banga cezakirina Tirkiyê li Yekîtiya Ewropa kir

.

 

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias, ji Yekîtiya Ewropayê (YE) careke din li ser aloziya Rojhilatê Deryaya Spî xwest, Tirkiye were cezakirin.

Li gorî rojnameya Cathimrini ya Yûnanistanê  Nikos Dendias îro careke din banga sepandina dorpêçan li ser Tirkiyê kir.

Dendias di civîna online ya wezîrên derve yên YE de diyar kir ku rêveberiya Enqerê hişyariyên Parlamena Ewropayê yên meha Cotmehê li ser alozkirina rewşa Rojhilatê Deryayê Spî paşguh dike.

Dendias got: “Helwesta Tirkiyê ya li dijî Yekîtiya Ewropayê bi giştî provokasyon e.”

Biryare di lûtkeya serokên YEyê ya roja Pêncşemê de mijara dorpêçên ser Tirkiyê were rojevê, lê li gorî nirxandinan dibe Yekîtiya Ewropa ji bo cezakirina Tirkiyê li benda rêveberiya nû ya Amerîkayê bi seroktiya Joe Biden jî bimîne.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye