Yûnanistan li Dijî Tirkîyê Alîkarîya NATO Dixwaze

Serokwezîrê Yûnanistanê doh Yekşemê gotibû ewê di kombûna Londonê de ji endamên din ên NATO bixwaze ku piştgirîya Yûnanistanê bikin di rûbirûbûna hewildanên Tirkîyê yên binpêkirina serwerîya welatê wî de.

Navenda Nûçeyan- Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis di van axaftinên xwe de balê dikşîne ser rêkeftina hefteya borî di navbera Tirkîyê û Lîbya de ji bo destîşankirina sînorên wan welatan di derya Spî de.

Kyriakos Mitsotakis ji partîya desthilatdar a mihafizkar a Demokrasîya Nû re got ku NATO nikare bêdeng bimîne, dema endameka wê “bi awakî tund yaseya navnetewî binpê bike”.

Tê zanîn welatê Qubrus, Yûnaistan û Misrê rêkeftina Tirkîyê û Lîbya şermezar kir.

Wezîrê derve yê Misrê Sameh Şukrî û yê Yûnanistanê Nikos Dendias îro li Qahîra paytext ev pirsgirêk gutûbêj kir.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin