Yuksek: Ew ne li dijî peywendiyên AKPê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxwaz dike ku rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê di çareseriya pirsa kurd de li Bakur hebe.

Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek di Konferansa Serxwebûna Kurdistanê de li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê de ragihand ku bi tu awayî ew dijayetiya peywendiyên AKPê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nakin.

Yuksek diyar kir, ku ew daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku rola wê di çareseriya pirsgirêka kurd de hebe û guvaşê têxe ser hikûmeta AK Partiyê ji bo dest ji wê siyaseta şaş ya ku li Bakurê Kurdistanê dimeşîne berde.

Kamûran Yuksek amaje bi wê yekê kir, ku ew bi hêvî ne berî hikûmet û partiyên Başûrê Kurdistanê, peywendiyên xwe bi partiyên Bakurê Kurdistanê re baştir bikin.

Hevserokê DBPê herwiha ragihand ku divê partiyên kurdî pêdaçûnekê di siyaseta xwe de bikin û konferansekî neteweyî lidar bixin.

Yuksek daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir ku ew jî bi siyasetên xwe de biçe û bi heman awayî partiyên din jî û got; “Dem ne dema hevrikî û nakokiya ne û divê bihev re ji bo pêşerojeke baştir kar bikin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin