YPGê pêşniyara vekişîna ji Efrînê red kir

Berdevkê Yekîneya Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd teqez kir ku "YPG xaka Sûriyeyê diparêze û nabe jê derkeve" û pêşniyara bidawîkirina operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê li beramberî derketina wan ji Efrînê red kir.

Mehmûd duh bi ajansa Sputnikê re axift û li ser pêşniyara Partiya Demokratîka Pêşverû ya kurdî ku YPG li beramberî derketina hêzên Tirkiyeyê ji Efrînê derkeve got: "Em hêzêke Sûriyeyê ne û xaka Sûriyeyê diparêzin. Nabe ku em derkevin ku rêxistinên el Qaîde, DAIŞ û terorîst şûna me bigirin" û teqez kir ku vê pêşniyarê red dikin.

Berdevkê YPGê di berdewamiya axiftina xwe de got: "YPG li ser xaka xwe ye û wê diparêze. Em sûrî ne û dagirkeriyek heye. Divê hemû dagirker derkevin û dest ji xaka me berdin."

Li ser pêşniyara Partiya Pêşverû, Mehmûdî got: "Ev partî li herêmên bakurê Sûriyeyê ye ku di bin kontrola YPGê de ye. Em nizanin bê ev pêşniyar li ser çi bingehê hatiye kirin û giraniya wê çi ye. Gelo ev partî dikare navbeynkariyê bi hêzên Tirkiyeyê re bike."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin