YPGê endamekî Encumena Efrînê kuşt

Endamekî kurd ê encumena sivîl a Efrînê ji aliyê şervanên YPGê ve hat kuştin. YPGê dîmenên kuştina wî jî belav kir.

Koma çekdar a bi navê “Hêrsa Zeytûnê”, ku girêdayî YPGê ye, ragihandiye, wan doh li gundê Dêrsiwan ê Efrînê, kesekî bi navê Ekaş Hacî Ehmed Elî kuştine ku bo Tirkiyê sîxurtiyê dikir.

Wê komê bi belavkirina vîdyoya kuştina Ekaş, daye zanîn ku ew kesê han endamê encumena sivîl a Efrînê jî bûye. Encumena Sivîl a Efrînê, ji aliyê Tirkiyê ve hatiye damezirandin.

Di vîdeoyê de tê dîtin, çekdarên YPGê Ekaş Hacî Ehmed Elî li ser matorsîklêtê tînin xwarê û çend metran wêdetir dikujin!

 

bo temaşekirina vîdyoyê: 

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/457421

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin