YPG: Em ê berevaniya xwe bikin

Li ser gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ên li ser rojhilatê Firatê, Peyvdarê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, heger Tirkiyê dest bi şer bike emê bersiveke tund li dijî wê bidin.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de got: “Hêzên me di çarçova parastina rewa de xwe birêxistin kiriye, dê li hember her êrîşekê li ser bakurê Sûriyê û destkeftiyên wê berxwedanê bike.”

Mehmûd herwiha amaje bi wê yekê kir, “Ti hevsengiyek ji aliyê teknolojiya leşkerî de di navbera hêza me û ya Tirkiyê de nîne, lê hêza me baweriya wê bi şoreşê heye û amadekariyên parastinê jî hene, ji ber wê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê dê bi bin bikevin.”

Li aliyekî din Berpirsê Têkliyên Diplomasî yê TEV-DEMê Salih Mislim jî got: “Êrîşeke wiha bibe, ne ji berjewendiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ye jî. Ev êrîşa ku di vê dema ku şer li dijî DAIŞê hîna bidawî nebûye, tê wateya ku piştgîriya ji DAIŞê re ye. Ji aliyê me ve me ti carî cudahî nekiriye navbera bereya li başûr li dijî DAIŞê yan li bakur li hember Tirkiyê, ji ber ku her du jî yek in.”

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin