YPG: Daxuyaniya TSKê propaganda ye!

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûdî îro sêşemê ragihand ku hêzên Tirkiyeyê hemû rêyên diçin Efrînê bombebaran dike û daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê ya dorpêçkirina Efrînê wek 'propoganda' bi nav kir.

Li gorî nûçeya Reutersê, Mehmûdî destnîşan kir ku Tirkiye hemû rêyên diçin Efrînê tên bombebaran dike û diyar kir ku rê tine ne ku mirov biçe Efrînê."

Artêşa Tirkiyeyê ragihandibû ku "Efrîn hatiye dorpêçkirin û hin xalên girîng hatine bidestxistin". Herwiha di daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê de hatibû eşkerekirin ku operasyonên hewayî û bejayî tên plankirin.

Berdevkê YPGê li ser vê daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê jî axift û got ku Efrîn "ji hemû hêlan ve' ji mêj ve dorpêçkirî ye û got ku Tirkiye bi armanca têkbirina moralan nûçeyên derew belav dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin