YPG bo rizgarkirina Efrînê ketiye amadebaşiyê

Hevseroka Qantona Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa got ku YPG ji bo ku Efrînê xilas bike, hinek amadekariyan dike.

Îbrahîm Mistefa li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê ya dawî axivî û got ku li Efrînê demografiya herêmê tê guhertin. Tevî ku Saziyên Mafên Mirovan yên Navnetewî ev mijar pir caran anîn rojevê jî, li dijî vê zilmê, dinyayê guhê xwe kerr kir.

Îbrahîm Mistefa wiha berdewam kir: YPG bi tevahî ji Efrînê derneketiye. Ji bo ku Efrînê azad bike, planeke nû dike. Ji bo vê yekê jî em civîn û konferansên taybet dikin. Heke tu pirsgirêk dernekevin, di nêz de ev tevger wê dest pê bike.

Li ser Tirkiyê jî Îbrahîm Mistefa got ku heta niha tu caran me êrîşî Tirkiyê nekiriye û em nakin jî. Niha YPG li Minbicê nemaye. Tenê şaxê leşkerî yê Meclîsa Sûriya Demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) maye. HSD jî ji gelê Minbicê pêk tê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin