YPG: 6 sivîl û 3 şervanên YPGê şehîd bûn!

BerdevkêYPGê Birusk Heseke ji Reutersê re ragihand ku heta niha ji ber êrîşên asîmanî yên balafirên şer ên Tirk, 6 sivîl û 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate ragihandin ku li herêma Çemê Efrînê F-16yeke Tirkiyeyê ketiye.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Birusk Haseke ji Reutersê re ragihand ku heta niha ji ber êrîşên asîmanî yên balafirên şer ên Tirk, 6 sivîl û 3 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane. 13 kes jî birîndar bûne. Haseke her wiha got 2 kesên ku şehîd bûne ji Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ)ê ne.

 
F-16yek ket!
 
Hate ragihandin ku balefireke şerî ya F-16 ya Tirkiyeyê li herêma Çemê Efrînê ketiye bes hêj ne diyar e kê lê xistiye.
 
Her wiha hate ragihandin ku rêvebirekî YPGyî Hejîn gotiye, heta niha ji 51 mîlîtanên AAS (ÖSO) ku Tirkiyê piştgira wan e hatine kuştin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin