Youtube wê li Tirkiyeyê nûnerekî/e xwe wezîfedar bike

.

Şirketa YouTube-ê daxuyandiye ku ew ê li Tirkiyeyê nûnerekî/e qanûnî aşkere bikin û nûnerê wan wê dest bi wezîfeyê bike.

Şirketa YouTube-ê daxuyandiye ku ew ê li Tirkiyeyê nûnerekî/e qanûnî aşkere bikin û nûnerê wan wê dest bi wezîfeyê bike.

Youtube-ê di daxuyaniyê de gotiye, şirket girîngiyê dide azadiya îfadeyê û xwe bidestxistina agahiyan, li welatên ku lê kar dike jî her tim hesas tevdigere ku guh bide qanûnên van welatan.

Demeke berê qanûnek li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin. Li gorî vê qanûna hejmara wê 5651 e li şîrketên înternetê ferz kirine ku li Tirkiyeyê nûnerekî/e xwe wezîfedar bikin.

Di daxuyaniya Youtube-ê de hatiye gotin wan ev berpirsyarî ji hemû aliyan ve lêkolîn kiriye: "Em dizanin Youtube li Tirkiyeyê ji bo bikarhêneran û yên naverokan amade dikin çiqas girîng e. Bi vê hişmendiyê me biryar da ku li Tirkiyeyê nûnerekî/e qanûnî yê/a herêmî yê/a wê li gor rêbazên Youtube-ê tevbigere wezîfedar bikin. Me ev biryar bi rayedarên Tirkiyeyê re parve kir û em ji ber vê biryarê kêfxweş in.”

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye