YNKê jî biryar da pêşmergeyên xwe bixe bin sîvana Wezareta Pêşmerge

.

Piştî PDKê, YNKê jî biryar da pêşmergeyên xwe bixe bin sîvana Wezareta Pêşmerge.

Fermandeyê hêza 70 ya Pêşmerge, ku wek pêşmergeyên YNKê jî tê nasîn û li derveyî Wezareta Pêşmerge ne, di nameyekê de ji wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl re ragihandiye, ew amade ne yekîneya piştevaniya du ya hêza 70 bixin bin sîvana Wezareta Pêşmerge.

Li hember de, wezîrê Pêşmerge jî pêşwaziya wê pêngavê kiriye û gotiye, ew hêvîdar e tevahiya yekîneyên hêzên 70 û 80 di demek kurt de bikevin bin sîvana Wezareta Pêşmerge.

Beriya niha PDKê jî biryar dabû pêşmergeyên xwe ku wek hêza 80 tê binavkirin, bixe bin sîvana Wezareta Pêşmerge.

Balyozê Amerîka li Iraqê, Mattio Tolar bi wezîrê Pêşmerge re hevdîtin kir û kêfxweşiya bo hevgirtina hêzên Pêşmerge anî ziman û ragihand, rewş wisa pêwîst dike ku hêzeka hevgirtî û bihêz ya Pêşmerge hebe û Amerîka jî dê alîkariya Wezareta Pêşmerge bike.

Li Herêma Kurdistanê heta niha jî beşek mezin ji pêşmergeyan girêdayî partiyên PDK û YNKê ne. Ev rewş ji ber şerê navxwe derketiye û heta niha jî wisa maye. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye