YNK dê kongreya xwe di 5ê Adarê de li dar bixe

Dîroka kongreya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) diyar bû. YNK kongreya xwe di salvegera serhildana Herêma Kurdistanê (5ê Adarê) de li dar dixe.

Konseya serokatî ya YNKê duhî ji bo diyarkirina roja kongreyê civînek lidarxistibû.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî di civînê de ji bo roja kongreyê 5ê Adarê pêşniyar kir û pêşniyara Elî di civînê bi pir dengî hat qebûlkirin.

Bi erêkirina kongreyê YNK rêziknameyeke ku wê 4 salan derbas bibe amade kir. Li gor çavkaniyên herêmî, Lijneya Rêvebiriya Partiyê ji 121 kesî û Meclisa Giştî jî ji 50 kesî pêk tê.

Li gor pêşbîniyan wê ti kes li cihê Sekreterê Giştî yê YNKê Mam Celal Talebanî neyê hilbijartin, li şûna postê sekreteriyê wê Konseya Serokatiyê ku ji 3 kesan pêk tê were sazkirin.

Komîsyona Bilind a Kongreyê dest bi xebatên xwe yên lidarxistina kongreyê kir. Tê pêşbînîkirin ku ji hezarî zêdetir delege tevlî kongreyê bibin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin