YJK-S : ”Emê 12-05 bikin Roja Jinên Kurdistanî"

Seminer li ser bîranîna şehîda Kurdistanê Leyla Qasim

YJK-S : ”Emê 12-05 bikin Roja Jinên Kurdistanî"

Seminer li ser bîranîna  şehîda Kurdistanê Leyla Qasim

Yekitiya Jinên Kurdistanê Li Swêdê  YJK-S bi munesebata biranina Leyla Qasim  îro seminerek li darxist.

Di seminerê de, li ser jiyan û sekna wê ya siyasî hate rawestin.  Tevahiya bernameya seminînerê  gelek dagirtî bû. Seroka YJK-S Seyran Duran  li ser  jiyan û grîngiya keda Leyla Qasim axaftin kir. Piştra,  helbest hatin xwendin, stran hatin gotin û filmek 35 deqe li ser jiyana Leyla Qasim hate nîşandan. 

Seroka YJK-S di axaftina xwe got ku; Yekitiya Jinên Kurdistanê Li Swêdê bi munesebata biranina Leyla Qasim biryar girt ku her sal 12-05 bikin "Biranina Leyla Qasim û Roja Jinên Kurdistanî"

 

Roza Kurd- Rûpela Nû ,Stockholm

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê