Yılmazê CHPyî: Emerîka dixwaze artêşekê digel YPGê ava bike

Cîgirê Serokê CHPê Öztürk Yılmazî ragihand ku Emerîka nina li ser stratejiyeke nû li ser YPG/PYDê dixebite ku dixwaze artêşek ku YPG jî tê de be ava bike. Her wiha Öztürk got Emerîka ji standina pergala parastina S-400î ya Tirkiyeyê jî aciz e.

Cîgirê Serokê CHPê Öztürk Yilmaz li Washingtonê paytexta Amerîkayê bi Cîgirê Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî û dîrektorê Ewropayê Fiona Hill û Dîrektorê Tirkiyeyê Alton Buland re hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê Yilmaz eşkere kiriye ku Amerîka niha li ser stratejiyeke nû di mijara YPG/PYDê de dixebite û got: "Amerîka li ser mijara YPG û PYDê de li rêya çareseriyê digere. Rêbazeke ku Tirkiye aciz neke digere. Dizanin ku hevsengiya li herêmê xirab kirine. Ji polîtîkaya Îranê haydar in. Li ser pirsa PYD divê wek Pêşmerge bimîne? Disekinin û eger wisa bimîne ji aciziya Tirkiyeyê haydar in. Tiştên ku min jê fêm kir bila li Sûriyeyê Artêşeke were avakirina û ji Pêşmergeyên li Iraqê cuda bila YPD/YPG tevlî artêşê bibin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin