Yıldırım: Pirsa Kurd nemaye, pirsa PKKê heye

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim gotli Tirkiyeyê pirsa kurdî nemaye û tenê pirsa PKKyê heye.

Bînalî Yildirim ji televîzyoneke taybet a Tirkiyeyê re axifî û careke din got li Tirkiyeyê pirsa kurdî nîne û tenê pirsa PKKyê heye. Dema pirsa PKKyê were çareserkirin dê pirsa kurdî jî pê re çareser dibe.

Yıldırım got: Pirsa kurdî bi rêjeyek mezin hatiye çareserkirin û divê niha pêwendiya welatiyên kurd û PKKyê were qutkirin.  Bînalî Yildirim herwiha amaje kir ko ew dê demeke nêzik de Rewşa Awarteyê jî rakin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin