Yezdanpena rastî êrîşekê çekdarî hat

Îro danê êvarê li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpenda rastî êrîşeke çekdarî hat.

Hate ragihandin kesekî li ser motorskletekê li kolana 120 mê ya li Hewlêrê teqe li Yezdanpenayî kiriye.

Herwiha hate diyarkirin ku Husên Yezdanpena ji êrîşê rizgar bûye û tu kes jî biber wê êrîş neketiye.

Ev êrîş wek terorkarî hate binavkirin û "saziya îtîlaatê ya Îranê (Îstîxbarat) wek berpirsyar hate nîşankirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev demek e, çend rayedarên  partiyên kurdan ên li Herêma Kurdistanê rastî êrîşên çekdarî tên.

 

(Sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin