Yelda Ebasî serbest hat berdan

Hunemenda Kurd Yelda Ebasî li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê Tirkiyê ve hate girtin.

Li gorî agahiyan, hunermenda navdar a Kurd a ji herêma Xurasanê, Yelda Ebasî duh pêncşembiyê 6ê Kanûna 2018an li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatiye girtin.

 

Hat ragihadin ku, hunermenda Kurd Leyla Ebasî ji bo ku beşdarî merasîma 27mîn salvegera damezrandina Navenda Kultur a Mezopotamyayê bibe, serdana Tirkiyê kiribû û hatibû Stenbolê.

 

Herwiha hat gotin, Ebasî di çerçoveya lêpirsineke li Wanê, bi tawana propagandaya rêxistina terorê hatiye desteserkirin û li Dadgeha Bakırkoyê piştî îfadeya wê hatiye wergirtin, serbest hatiye berdan.

 

Yelda Ebasî hunermendeka navdar a Kurd ji herêma Xorasanê ye.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin