Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe

Mahmûd Kilinc

Nexweşîyek rêxistinên Kurdan berdewam (kronik) heye, bêcûdayî li herçar parçeyên Kurdistanê rewş nêzikî hev e, hinek Başûr çûda be jî pir mixabin partiyên me nikanin yekrêzîya xwe pêk bînin.

Ji dest vê ye, ku him di dîrokê da û him jî îro civata Kurd bi zirarên gellekî fireh rûbirû ma ye, siyaset bi tenê ne welat jî, nirxên civakî jî derbên giran dixwin.

Taybetî li bakurê Kurdistanê ev birînek kûr e û pêlên vê nexweşîya kambax, wekî min gotî xwe davê nava civakê, rewşê hêj giran dike, bi herikîna demê va siyaseta Kurdistanê her di nava wendabûnê û biçûkbûnê da diğere hey digere.

Yekitî li ser fedekariyê geş dibe, fedekarî jî jixwe dayîn e; ango, bona amancê serketina yekrêziyê ji hinek destketiyên xwe bona hevkarê xwe dest jê berdan e.

Ji ber ku di roja me da yek hêzek siyasî tenê bi sere xwe, her çiqasî bihêz dibe bila be taybetî di doza neteweyî da nikane bi serkeve, neçarê hevkariyê ye.

Ev rêkarekî siyasî ye û bona her çûre hêzên siyasî, li her welatî kêm an zede weha ye, li seranserê cîhanê gellek mînakên wê hene.

Ger amanc pêşvebirin û serketina doza neteweyî be, divê ti tişt nekeve berê vî amancî, berevacî her tişt, her têkilî û peywendî bona serketina doza neteweyî be, xizmeta dozê bike.

Di rojên dawî da li Amedê civînek hat lidarxistin, navê civînê “Kurd pêvejoyê gengeşî dikin”, civîn bi serpereştîya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû lidarxistin.

Di encamê da çi biryara hat stendin, gelo KCD li yekrêziyê çawa dinire, bi helwest û siyasetek objektif li roja îro, li ser rewşa siyasî bakurê Kurdistanê gengeşî kir, an wekî herdem carek din xwe dubare kir?

Bi rastî civîn li ser pêvejo sekini, êş û azarên civakê ketin rojeva civînê, li ser pêşerojê (dema bihurî) bi helwestek objektif sekinî?

Çima xendek, çend kes hatin kuştin, çend kes koçber bûn, ……û hwd.

Ev hemû pirsen girîng in.

Mixabin, KCD bi yekalî ma, beşek ji siyaseta bakurê Kurdistanê girt nav xwe, ev jî weha lêhat ku teng bimîne.

Heçkû, bona saziyekî weha bigiştî girsebûn, ger bi fedekarî deriye xwe ji derdorên siyasî, keseyatî, partî û saziyên sivîl ra veneke her dê wekî destpêkê bimîne, ev jî zirara dide doza neteweyî.

Mafê kesî nabe ku beje, “ez weha dikim ger hesabê te tê….”, na diê dozên civakî û taybetî dozên neteweyî da ferzkirinek weha bi temamî xelet e.

Jixwe, ferzkirinek weha li ber yêkrêziyê dibe astenga herê xeter.

Bi baweriya min, divê me giringî û pêwîstiya yekrêziyê fam kiribe, ji ber ku li bakurê Kurdistanê me gellek derbên giran xwarin, ger yekrêzî hebûya dibû ku derb hinek sivik bibûna.

Di her têkoşînê da yekrêzî girîng e, taybetî bi du helan ve girîng e; yek, pêdivî bi nîqaşê tine ye ku rêya serketinê ev e; du, li dijî êriş û çewsandinên dewletê bersiva herê baş û di cî da, bê guman hevkarî û pêştevanî ye.

Heta îro di vî amancî da em serneketin, bi ya min em divê destpêkek nûh biceribînin,  amancên ne fireh wekî hevkarîya sînordar, lê bi rêgez û bi rêgezan va pabend.

Ev dikane bibe destpêkek.

Ger em, wekî gellek caran têt kirin, bi “Kongreya Neteweyî” dest pê bikin, yekrêzî naçe serî.

Min gellek gengeşî dîtin, di barê Kongreya Netewî da ez tûşî gellek pirsan hatim.

Kesên ku ji min ev pirs dikirin, bawerim pêşî û paşîya wê jî nezanin, mixabin di nava ramana gellek kesan da wekî pêşdarazîyekê cî girtîye, hay ji şert û mercên cihana îro, hêrêma Rojhilata Navîn û rastîya jeopîtîka Kurdistanê û taybetî rewşa rêxşistinên me tine ne.

Rêya rast ev e, ku her parçe di nava xwe da bi yekrêzî, hevkarî û piştevanîyê dest pê bike.

Heta ku li her parçeyê yekrêzî nebe, fedekarî nebe, di navbera partiyan da rêzdarî nebe yekrêzî jî, Kongreya Neteweyî jî nabe.

Li bakurê Kurdistanê, ji îro va hevkarîya bona sala 2019an bona yekrêzîyek hêj fireh dikane bibe destpêkek.

Emê qewimînin di dîrokê da jibîr nekin, lê divê em rê nedin ku ew li ber pêywendîyan û yekrêziyê bibin asteng.

Em divê li paşerojê (dema tê) binirin, ne li pêşerojê (dema bihurî)*.

………………………………………….

Bila sala nû li we pîroz be, bi hêvîya dilşadî û serketinê……..

 

*Mixabin, gellek caran “paşeroj” û “pêşeroj” xelet bikar tên.

29.12.2017/Dusseldorf