Yekîtiya Parlamentoya Erebî Tirkiye şermezar kir

.

Yekîtiya Parlamentoya Erebî, ji ber girtina ava Hesekê, Tirkiyê şermezar dike û ji civaka navdewletî daxwaz dike, ji bo vekirina avê, zextê li ser Tirkiyê bike.

Yekîtiya Parlamentoya Erebî, xwest rê li ber binpêkirinên Tirkiyê û komên çekdar were girtin, herwiha ji Tirkiyê jî xwest, avê berde ji bo ku karesateke mezin çênebe.

Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemûd Sebax do ji Netewên Yekbûyî xwestibû ku kiryara Tirkiyê şermezar bike û ava Elok serbest berde.

Li aliyê din, Ofîsa Enerjî û Pêwendiyan li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê diyar kir, ava bendava Firatê 5 metreyan daketiye, lewma  berhemanîna elektirîkê gelekî kêm bûye û niha tenê turbînek kar dike.

Herwiha Ofîsa Enerjiyê destnîşan kir, wê ji bendava Firatê bi rêya wê turbînê 8 saetan elektirîkê bidin, lê wê ji bo hêlên xizmetê yên weke av û aşan were bikaranîn û wê turbîna Swêdî bibe take çavkaniya elektirîkê.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye