Yekîtîya Ewrupa bo 300 Mîlyon Perpûnên Vîrusa Korona Peyman Îmza Kir

.

Li ser 300 milyon derziyên vîrusa Korona Yekîtiya Ewropayê (YE) bi kompaniyên BioNTech û Pfizerê re peyman îmza kir.
Li gor zanyariyan, BioNTech û Pfizer hewil didin, heta dawiya salê derziyan teslîm bikin.
Herwiha her du kompaniyan roja Duşemê dabûn zanîn, perpûna wan dîtiye li dijî vîrusa Korona ji sedî 90 berevanîyê çêdike.
Berpirsa Tenduristiyê ya Komîsyona Ewropa Stella Kyriakides destnîşan kir, ew peymana YEyê bi kompaniyan re îmza kiriye ‘‘pir girîng’’ e.
Kryiakides da zanîn, piştî ewlebûna wê derziya vîrusa Korona îspat bibe, ew dê wê derziyê bi kar bînin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye