Yekîtiya Ewropayê sînorên xwe ji hemû kesên derzîya Covid-19 li xwe dane re vekir

.

Hat ragihandin ku welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) li hev kirine ku sînorên xwe ji her kesên her du dozên derziya koronayê li xwe dane re vekin.

Li gorî nûçeya AFPê endamên YEyê rêkeftin ku deriyên xwe ji hemû kesên ji welatên din ên herdu dozên derziyên koronayê li xwe dane re vekirin û bi vî awayî jî tevgera geştiyarî zêde bikin.

Heta niha kesên dixwestin biçin welatên Ewropayê tedbîrên tund hebûn.

Lê belê li gorî vê biryarê kesên beriya 14 rojan doza duyem a derziya Covid-19 li xwe xistibin dikarin serdana welatên Ewropayê bikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin