Yekîtîya Ewropayê ji bo dorpêçên bi ser Tirkîyê de li hev kir

Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê (YE) ji bo sepandina dorpêçan bi ser Tirkîyê de li hev kirin. Wezareta Derve ya Tirkîyê li hemberî biryarê nerazîbûna xwe nîşan da.

Navenda Nûçeyan- Piştî piştî civîna Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê di daxuyanîyeke hevbeş de hat ragihandin ku welatên endamên Yekîtîya Ewropayê di mijara sepandina dorpêçan bi ser Tirkîyê de li hev kirin.

Li gor daxuyanîya  hevbeş mijarên weke çalakîyên lêgerinê Tirkîyê li Derya Spî û êrişa artêşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hate rojevê.

Sedema sepandina dorpêçên bi ser Tirkîyê de jî çalakîyên Tirkîyê yên li Qibirsê hat nîşandan.

Wezareta Derve ya Tirkîyê li hemberî biryara Wezîrên Derve yên Yekîtîya Ewropayê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand: "Hêvîkirina ku welatê me li hember gefan serî bitewîne, ji mafên li rojhilatê Deryaya Spî paş de gavan biavêje, hêvîyeke vala ye. Bila gumana kesî tinebe em dê di çalakîyên xwe yên lêgerîn û sondajê li rojhilata Deryaya Spî bidomînin."

Komara Qibrisê di destpêka Cotmeha îsal de ragihandibû ku Tirkîyê li Derya Spî hiqûqa navdewletî binpê dike û daxwaza girtina stafên keştîya ninavê Yavuz a Tirkîyê kiribû

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin