Yekîtiya Ewropayê êdî dikare kesayet, sazî û rêxistinan ceza bike

.

Yekîtiya Ewropa sîstemeke nû pesend kir ku rê dide wê yekîtiyê, sazî, rêkxistin û kesên ku mafên mirovan binpê dikin, ceza bike.

Konseya Ewropayê daxuyaniyek da û got, di civîna wezîrên derve yên welatên endam de li Brukselê sîstemek hate pesendkirin ku rê dide Yekîtiya Ewropayê li ser asta cîhanî kesayet û dewletên ku mafên mirovan binpê dikin, bike armanc.

Cezayên Yekîtiya Ewropayş bo wan kes û dewletan, ji qedexekirina geştkirinê, destdanîna ser mal û milkê wan û nedana fonan pêk tên.

Binpêkirinên weke qirkirin, êşkencekirin û tawanên li dijî mirovahiyê, koletî, kuştina bê dadgeh, girtin û desteserkirina kêyfî dê ji aliyê Yekîtiya Ewropayşê ve bêne cezakirin.

Biryara cezakirinê bi pêşniyara welatekî endam yan jî Berpirsê Ewlekarî û Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê tê dayîn.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye