Yekîtiya Ewropayê civîna taybet bi cezakirina Tirkiyê paş xist

Encûmena Yekîtiya Ewropayê biryar da ku civîna taybet bi gotûbêjkirina cezakirina Tirkiyê paş bixe bo 1 û 2ê meha Cotmehê.

Piştî kêmî yek demjimêr ji daxuyaniya Tirkiyê ku têde sîstema nû ya agahdarkirina keştiyên deryayî li bakurê Deryaya Ege li Grava Lemnosê ragihand, Encûmena Yekîtiya Ewropayê civînên rojên 24 û 25ê vê mehê yên taybet bi gotûbêjkirina cezakirina Tirkiyê paş xist.

Navtexa ku Tirkiyê ragihandiye, têde keştiyên Tirkiyê agahdarî keştiyên Yunanê di nav ava deryayî ya wî welatî de dikin û divê keştiyên Yunanê ji nav wê avê paşde vekişin û rê bidin keştiyên Tirkiyê daku geştên xwe bikin.

Çend berpirsên Ewropî ku nexwestine navên wan bên eşkerekirin di wê baweriyê de ne, sedema paşxistina civînên Encûmena Yekîtiya Ewropayê ew e ku derfetekê bidin Tirkiyê daku tevgera xwe di ber çav re derbas bike û aloziyên li navçeyê ber bi kêmbûnê ve bibe.

 

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'