Yekîtiya Ewropa ceza li ser 4 wezîrên rêjîma Sûriyê sepandin

.

Yekîtiya Ewropî ceza li ser 4 wezîrên nû yên di hikûmeta Sûriyê de sepandin, di nav wan de blokkirina darayî û qedexekirina çûnûhatina di nava Ewropayê de hene.

Yekîtiya Ewropî ragihand, cezayên blokkirina darayî û geştkirina bo Ewropayê li ser 4 wezîrên nû yên hikûmeta Sûriyê hatin danîn.

Cezayên Ewropa li ser Wezîrê Bazirganiya Navxwe Emro Salim, Wezîrê Ragihandinê Bitrus Helaq, Wezîrê Karûbarên Civakî û Kar Mihemed Seyfedîn û Wezîra Dewletê Diyala Berekat in.

Yekîtiyê Ewropa got, ew her çar wezîr, bi wê yekê tên tomatbarkirin ku di tundûjiya rêjîma Sûriyê li hember sivîlan de beşdar bûne û berpirs in.

Bi vê yekê, hejmara berpirsên Sûrî yên ku cezayên Yekîtiya Ewropa ji sala 2011av li ser hatine sepandin, gihîşt 287 kesan, herwiha 70 rêxistin, kompanya û bankan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye