Yekem Kovara Referandûmê derket!

Yekem hejmara heftenameya Referandumê, ligel nêzîkbûna yekem salvegera Referanduma 25ê Îlonê, hat belavkirin.

Ew heftename, ji aliyê dezgeha Bas ve derdikeve û her carê bi hejmarek mijar û gotarên taybet bi Referandumê û nirxên serxwebûna gelan, bi awayekî heftane û ji 8 rûpelan, tê belavkirin.

Wekî li jêr logoya heftenameyê hatiye, pênaseyek jê re hatiye nivîsandin,  ku ew paşkoyeke taybet ya heftenameya (Bas)e (Ber bi yekemîn salvegera) Referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr derdiçe.

Sernivîsê wê (Berhem Elî) ye û stafê kar jî wek li ser bergê govarê hatiye nivîsîn, her yek ji rojnamevan (Nûrî Bêxalî, Hisên Mistefa û Şiwan Serabî) wek hevkar li heftenameyê kar dikin.

Referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, di 25ê Êlûna 2017an de hat encamdan û têde 92.7% ji beşdarbûyan bi belê deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.

 
 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")