Yekem kovara bi devoka Şêxbizinî hat çapkirin

.

Yekem kovara bi devoka Lekî ango Şêxbizinî, ji aliyê Kurdên Şêxbizînî yên li Anatoliyayê hat çapkirin.

Şêxbizinî, eşîreke Kurdên bajarê Kirmanşahê yê Rojhilata Kurdistanê bûn. Dewleta Osmaniyan, di sedsala 16emîn de ew sirgûnî Kerkûkê kirin. Pişt re gelek eşîrên Şêxbizinî, berê xwe dan Anatoliya Navîn jî. Bi sedan sal in ku Şêxbizinî ji Enqere (Haymana) heta Konya, Sînop û Çorûmê bi cih bûne. Bi devoka Lekî diaxivin û ev çanda xwe jî bi sedan sal in, li her deverê Anatoliyayê parastine.

Hin nivîskarên Şêxbizinî yên li Haymanayê bi navê Pîjok koverek çap kirin. Ev kovar, bi devoka Şêxbizinî hatiye nivîsin qala çand, huner û zimanê Şêxbiziniyan dike.

Gerînendeyê Giştî yê kovarê, Onur Ozdemîr e û nivîskarên kovarê jî Ramazan Comer Tetik, Mustafa Başaran, Erhan Akbenlî, Mehmet Okçu, Rênas Burhan Demircan e.

Pîjok yekem kovara ku bi devoka Lekî ango Şêxbizinî derkeve.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye