Yek ji alîgirên Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan li Şamê ye

Yek ji alîgirên Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan ji bo hevdîtînan li Şamê ye, bi muxabaratê û berpirsên bilind re civînan dike

Li gor nûçeya rojnameya Lubnanî El-Sefîr yek ji alîgirên Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan ji bo hevdîtînan li Şamê ye. Ev nûçe bi îmza Mihemed Belut di rojnameyê de hatiye çapkirin. Li gor nûçeyê alîgirê Hakan Fîdan bi muxaberata Suriyê û bi hin berpirsên bilind ên eskerî û sivîl re civîyaye.

Piştî hevdîtina Erdogan bi Putîn re trafîka dîplomasiya navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de zêde bûye, serokwezîrê Tirkiyê diyar kir ku ew dikarin di prosesa destpêkê de ne li hember bin ku Beşar Esad li ser hukum bimîne. Diyar e, di demek kin de Suriye jî sererast wê di van civînan de ciyê xwe bigre. Mijar jî ne xerîb e, ewê çewa bi hev re ji bela daxwaza azadkirina Kurdistanê rizgar bibin!

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin