YE Wê 200 Mîlyon Dozên Vakîsîna Korona Bişîne Welatên Xizan

.

Yekîtîya Ewrupa îro Pêncşemê ragihand ku ewê heta dawîya vê salê 200 mîlyon dozên vakîsîna vîrusa korona bişîne jimareke welatên xizan.

Yekîtîya Ewrupa, ku 27 endamên wê hene, berê ragihandibû ku ewê bi rêka programa COVAX ya Neteweyên Yekbûyî, 100 mîlyon dozên vaksîna korona bi belaşî bişîne dewletên herî hejar yên cîhanê.

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa, Ursula von der Leyen ragihand ku ew wek berpirsî dibînin ku di şerê dijî vîrisa koronayê de alîkarîya cîhanê bikin.

“Vaksînkirin xala bingehîn ya pêşîgirtina belavbpna vîrusa korona ye. Loma jî gelek girîng e ku vaksînên COVID-19 li her derê cîhanê berdest bin,” von der Leyen got.

Li gor Yekîtîya Ewrupa, programa COVAX heta niha li 136 welatîn cîhanê pirtir ji 122 mîlyon dozên vaksînê belav kirin e.

Yekîtîya Ewrupa herwiha dîyar dike ku ew alîkarî ji dewletên Afrîqî re pêşkêş dike ku bikaribin derman û vaksînan çêkin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin