YE pîrozbahiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blacua pîrozbahiya namzedên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blacua li ser rûpela xwe ya taybet a Tiwîterê nivîsîbû ku, pîrozbahiya birêz Nêçîrvan Barzanî bo kandîdkirina wî ji posta Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî bo kandîdkirina wî ji posta Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim.

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blacua hêviya serkeftinê ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî di postên wan ên nû de kir.

Heftiya borî encûmena serkirdayetiya PDKê her yek ji Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî bo posta serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kandîdkir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin