YE: Divê Tirkiye zagona terorê biguherîne!

Wezîrê derve yê Belcîkayê ragihand, ku pêwîst e Tirkiye yasaya xwe ya terorê biguherîne. Heger yasaya terorê ya Tirkiyê li gel bihayên Yekîtiya Ewropayê hevrêz bin, wê di mesela serbestkirina vîzeyan ji bo welatiyên Tirkiyê jî pêşveçûn çêbibin.

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Bulgaristanê bajarê Sofya kom bûn û wezîrê Tirkiyê yê karûbarên Yekîtiya Ewropa Omer Çelîk jî beşdar bû.

Wezîrê derve yê Belcîkayê ragihand, ku pêwîst e Tirkiye yasaya xwe ya terorê biguherîne. Heger yasaya terorê ya Tirkiyê li gel bihayên Yekîtiya Ewropayê hevrêz bin, wê di mesela serbestkirina vîzeyan ji bo welatiyên Tirkiyê jî pêşveçûn çêbibin.

Ev demeke dirêj e Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku welatiyên Tirkiye bê vîze serdana Ewropa bikin, lê heya niha Yekîtiya Ewropa ew yek bicî nekiriye, berî niha jî wezîrê derve yê Tirkiye Mewlûd Çawîşoglu gotibû, wan 72 mercên Yekîtiya Ewropayê bicî kirine û divê niha Yekîtiya Ewropayê vîzeyê rake.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin