YE 7 wezîrên nû yên rejîma Sûriye dixe nav lîsteya reş!

YE 7 wezîrên nû yên rejîma Sûriye dixe nav lîsteya reş!

Yekitiya Ewropa (YE) 7 wezîrên rejîma Sûriyeyê yên nû hatine destnîşankirin xiste nav lîsteya kesên bêne cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Konseya YE, digel biryara herî dawî, hejmara berpirsên rejîma Sûriye yên werin cezakirin bûn 280 kes.

Di lîsteyê de 70 rêxistin jî hene. Di nav van cezayan de qedexeyên derketina derve û rawestandina samanan jî heye.

YE'yê ji 2011'ê ve biryarên sînordarkirina rejîma Sûriye dane. Hinek ji wan biryaran ev in: Vegûhestina petrolê, qedexekirina hinek veberhênanan, rawestandina hebûnên Banka Navendî ya Sûriye, sînordarkirina hinardekirina alav û teknolojiya ku ji bo zexta li ser xelkê û qedexekirina ragihandinê.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin