Yasaya torên medyayî li meclîsa Tirkîyê hat pejirandin

Li Tirkîyê mudaxeleya desthilatê ya li ser civakê her roj xurttir dibe. Yek ji van mudaxaleyan yasaya sansurkirina torên medyayî bû ku li meclîsa Tirkîyê hatîye pejirandin.

Li Tirkîyê mudaxeleya desthilatê ya li ser civakê her roj xurttir dibe. Yek ji van mudaxaleyan yasaya sansurkirina torên medyayî bû ku li meclîsa Tirkîyê hatîye pejirandin.

Li meclîsa Tirkîyê (TBMM) yasaya ku li ser torên medyayê sansurê dipejirîne çar xalên wê hatîye qebul kirin.

Li gor yasaya nû, torên civakî yên rojane zêdeyî 1 milyon şopînerên wan hene divê nûnerekî xwe li Tirkîyê destnîşan bikin.

Nûner eger heta 30 rojan berpirsyarîyên xwe wek destnîşankirin û agahdarkirinê neyîne cih ji alîyê Sazîya Komunîkasyon û Zanyarîyên Teknolojîyê ve bi 10 milyon lîre tê cezakirin. Eger heta 30 rojên din jî neyîne cih, ew ceza dibe 30 milyon lîreyên Tirkî. Cezayê din jî astengirina xwe gihandina torê ye.

 

Yasaya torên medyayî ji alîyê muxalefeta Tirkîyê wek sansur tê binav kirin.

Piştî derxistina vê yasayê meclîs heta 1ê cotmehê ket betlaneyê

 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe