YA piştgir e rêkeftina atomî digel Îranê bidome

Yekîtiya Ewropayê ragihand, rêkevtina etomî ya navbera Îran û girûpa 5+1 de kar pê tê kirin û ew piştgiriya berdewamiya wê rêkevtinê dikin.

Her wisa welatên Ewropî yên endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de rexneyan ji rola Îranê di navçeyê de û berfirehkirina şiyanên mûşekî yên wî welatî digrin.

 

Herçend Îranê ragihandibû ku ew amade nîne di vê derbarê de danûstandinan bike, lê di civîna îro ya Wezîrên Derve yên Îranya li gel wezîrên derve yên Almanya û Brîtanya û Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê de, mijara bernameya mûşekî ya Îranê jî hate gotûbêjkirin.

 

Civîna navbera wan berpirsên welatên Ewropayê li gel Wezîrê Derve yê Îranê li ser daxwaz û vexwandina welatên ewropî û bi taybet Federica Mogherini birêve çû.

 

Du roj berî niha Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriyel ji medyaya welatê xwe re gotibû, ku wan Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo civînekê vexwandiye Ewropayê û diyar kiribû, ku ew dê li ser xwepêşandanên nerazîbûnê yên li Îranê û çend mijarên din ên têkildar bi Zerîf re gotûbêjê bikin.

 

Ji aliyê xwe ve Zerîf jî duh di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotibû, ku ew dê bi rayedarên ewropî re derbarê rêkevtina etomî ya navbera Îran û welatên 5+1 de danûstandinê bikin.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump dê şeveke din derbarê paşeroja rêkevtina etomî de biryara xwe dibe, berî wê biryarê jî îro ew dê li gel hejmarek berpirsên Amerîkayê bicive.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin