Xwepêşander hişyarîya destpêkirina proseyeke serkutkirinê didin

Rolekî girîng ê xetên internetê û torên civakî, di nîşandana rastîya xwepêşandanên Iraqê de heye, ‎xwepêşander di wê bawerîyê de ne ku hikûmet ji bo veşartina binpêkirinan li bajarên naverast û ‎başûrê Iraqê, car car xetên internetê qut dike.

Navenda Nûçeyan- Xwepêşander vê pêngavê wek destpêkirina proseya serkutkirinê binav dikin. Ligel daxwaza hikûmetê bo parastina xwepêşanderan, lê hêzên ewlekarîyê pêbendê biryarên hikûmetê nabin û tundûtujîyê li beramber xwepêşanderan bikar tînin.

Xwepêşanderekî Iraqî li Bexdayê dibêje: “Me ji wan re got bi xwedê tiştek li ba me nîne tenê slogan in, li beramberî me rawestîyan û gotin li vê derê rawestin, kom bibin û slogana em birayê we ne bilind bikin, piştre efserek hat got niha li we didin, me wiha dizanî henekan dike û dixwaze me bitirsîne daku vegerin, em rawestîya bûn ji nişka ve bi tivingan li sere me dan, temaşe bike, temaşe bike çi ji dest û lingên min hatine, em jî reviyan û wan jî teqe li me kirin.”

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di gotara xwe ya dawî de got: “Me heta niha ti rêyeke tund li dijî xwepêşandanan nedaye pêşîya xwe û tişta heye berevanîkirin e.” Piştî xwepêşandanên ser Pira Ehrar, du kesên tîmekî pizîşkî wenda bûn, ên ku xwepêşander û çalakvanan digirin, nasnameyên wan nedîyar in. Tenê di bûyera ser Pira Ehrar de, 6 xwepêşander bi guleyan hatin kuştin. Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê dibêje: “Divê xwepêşander û dezgahên ragihandinê pêbendê rênmayîyên hikûmet û mercên yasayî bin.

Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên IraqêEbdulkerîm Xelef dîyar kirîye: “Çend rênimayî hatine derxistin ku nabe xwepêşander nêzîkê wan navçeyan bibin, ji ber eger heye hinek kes hebin ketibin nav xwepêşandanan û hewl bidin bi alîyekî din de bibin, azadiya ramanê mafekî destûrî ye, ne tenê li ser cadeyan, lê li hemû dezgahên ragihandinê û kanalên esmanî, lê bi wî mercê pêbendê mercekî bin û hewla derxistina kîn, kuştin û paldanê nedin ji ber ev mijar bi hemû awayekî hatîye redkirin.”

Ev pêngava Iraqê ji alîyê rêxistinên navdewletî ve rûbirûyê rexneyan bûye, daxwaza rakirina kod û bendên li ber bikarhêneran dikin daku bigihin zanyarîyan.

Rêxistina Navdewletî bo Asayişa Elektronî ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve hikûmeta Iraqê kod û bendên herî tund xistine ser xetên internetê.

Li gor amarên Komisyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê ji destpêka destpêkirina xwepêşandanên Bexda û parêzgahên din ên Iraqê ve nêzîka 300 kes hatine kuştin û zêdeyî 12 hezar kes jî birîndar bûne.

Çavkanî:Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye