Xwepêşandanên xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin

.

Ligor raportekا malpereke pirsa mafê mirov li Îranê xwepêşandanên nerazîbûna rejima Komara Îslamîya Îranê roj bi roj zêdetir dibin û duhê li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê li 7 navendan xwepêşandan hebûne.

Ligor raporta malpera Herana duhê roja yekşemê 08.08.2021ê li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê yên xelkê berdewam kirine û li Rojhilatê Kurdistanê li Kirmaşan û Nexedeyê û li 5 navendên din xelkê xwepêşandan kirine.

Xwepêşandanên xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna xizmetguzariyê, av, kareba, kar û bêkariyê ye. Beriya bi 20 rojan ji ber nebûna av û karebeyê li parêzgeha Xuzistanê xelk derketin xwepêşandanan û di wan xwepêşandanan de herî kêm 8 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndarkirin.

Herwiha xwepêşandanên nerazîbûnê li bajarê Nexedeyê jî berdewam dikin. Hemwelatiyê bi navê Ferdîn Îbrahîmî beriya bi çend rojan li Şinoyê ji aliyê tirkekî azerî hatibû kuştin û li ser nerazîbûna xelkê û xwepêşandanê de li Nexedeyê hemwelatiyekî din ê bi navê Mihemed Elîzade jî hatibû kuştin.

Di kurtevîdyoyên ji bajarê Nexedeyê hatine belavkirin tê dîtin ku jimareyeke zêde ya leşkeran li bajarê Nexedê bi cî bûne û bajar mîlîtarîze bûye.

Herwiha Navenda Hevkariyê ya Hizbên Rojhilatê Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de bang li kurdên li bajarê Nexedeyê û tirkên azerî kir ku xwe dûr bixin ji tûndiyê û çanda pêkvejiyanê ya bi salan biparêzin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye