Xwepêşandan li Besrayê destpê kirin

Îro, careke din xwepêşandan li parêzgeha Besrayê dest pê kirine, ji bilî dabînkirina xizmetguzariyan û nehiştina gendeliyê daxwaza rakirina parêzgar û hemû berpirsên rêveberiya parêzgehê kirin.

Ev du heftiye xwepêşandan li parêzgeha Besrayê careke din detpêkirin, xwepêşandan li ber avahiya parêzgehê kom bûn û daxwaz kirin ew xwepêşanderên di xwepêşandanan de hatine girtin bê şert û merc werin berdan.

Xwepêşanderan ji bilî dabînkirina xizmetguzariyan û nehiştina gendeliyê daxwaza rakirina parêzgar û hemû berpirsên rêveberiya parêzgehê kirin.

Ji aliyekî din ve, Komisyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê diyar kir, di xwepêşandanên 10 rojên bûrî de ta niha 12 kes hatine kuştin û zêdetir ji 571 kesên din jî birîndar bûne, ji wan 195 welatî û 371 jî endamên hêzên ewlehiyê ne.

Herwiha da zanîn, ta niha 302 xwepêşander hatine desteserkirin û ziyan gihîştiye 47 avajiyên hikûmî û partiyan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin