Xwendekarên japon sertîfîkayên kurdî wergirtin

Xwendekarên japon sertîfîkayên kurdî wergirtin

Navenda Nûçeyan - Di nav sîyaseta tund û tûj a li dijî kurdan de, hinek geşedanên ku moralekî baş didin mirov jî hene. Li derveyî welat 12 hezar kîlometre dûrî Kurdistanê, xebatên li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Perwerdeya kurdî ku sala borî li Japonyayê hatibû destpêkirin, berdewam dike û piştî salekê xwendekarên zimanê kurdî yên li Japonyayê bi şêweyekî fermî sertifikayên xwe yên asta duyemîn wergirtin. Di dîroka Japonyayê de cara yekemîn e ku li zanîngeha dewletê zimanê kurdî hat fêrkirin. Nêzî 60 kes tev li perwerdeya bi kurdî bûn. Ji van 60 kesan 40 kes xwendekarê zanîngehê, 20 kes jî sivîl in. Her çiqas Tirkîyeyê hewl da ku perwerdeya bi kurdî ya li Japonyayê asteng bike jî lê ev hewldana wan a li dijî zimanê kurdî bi ser neket.

Dê rastîyê ji kurdî fêr bibin

Perwerdeya zimanê kurdî dê li Japonyayê berdewam bike û zêdetir xwendekar fêrî kurdî bibin. Dê japon rasterast ji kurdî fêrî çand, huner, wêje û dîroka Kurdistanê bibin. Îsal jî di meha nîsanê de li Zanîngeha Lêkolînên Bîyanî ya Tokyoyê waneyen kurdî dê berdewam bikin û di demeke nêzîk de her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî bên fêrkirin. Çend roman û çîrokên japonî dê ji bo kurdî werin wergerandin û ji kurdî jî çend çîrok û roman ji bo japonî bên wergerandin. Dê ev kar û xebatên giranbuha bi destê xwendekarên fêrî zimanê kurdî bûne bên kirin.

Xwebûn

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye