Xwendekarên Efrînî bangî Neteweyên Yekgirtî kir

Xwendekarên Efrînî ku piştî dagirkirina Efrînê bi neçarî koçber bûne û beşeke ji wan gihîştine herêma Cizîrê, li pêş baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo man digirin.

Xwendekarên Efrînî li pêş baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo bi hilgirtina wêneyên qurbaniyên Efrînê û şaxên zeytûnan mangirtinekê dikin û daxwaz dikin ku rewşa Efrînê bê asayîkirin da ku ew karibin vegerin zanîngeh û dibistanên xwe.

Herwiha xwepêşandar daxwaz dikin binpêkirinên li Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên kirin ên wek dizî, talan, revandina xort û keçan bên rawestandin û jiyana asayî vegere bajêr û rewşa leşkerî li nava gund û bajarokên Efrînê nemîne.

Salek di ser destpêkirina êrîşa li ser Efrînê re derbas dibe, ji encama êrîş û dagîrkirina Efrînê zêdetir ji 250 hezar welatiyên Efrînê bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek ji wan li kampên li bakurê Helebê bicih bûne û beşek jî gihîştina herêma Cizîrê û hejmarek mezin ji zarok û xwendekaran bê xwendin mane.

 
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin