Xwendekaran ji bo Gulistan Dokuyê çalakîyek li dar xistîye

Li Dêrsimê xwendekar li şevînîyan kom bûne û ji bo ku Gulistan Doku bê dîtin çalakî li dar xistine. Midura Şevînîya Keçan a Ehlîbeytê bertek nîşanî xwendekaran daye û ji wan re gotîye: "Ma hûn jî mirovin."

Navenda Nûçeyan- Li Dersimê, xebatên lêgerîna Gulistan Doku (21), xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê ji 5ê Kanûna Paşîyê ve dewam dike.  Bi hezaran xwendekarên keç û xurt ên Sazîya Kredî û Şevînîyan a Hindekarîya Bilind û Şevînîya Keçan a Ehlîbeytê, meşe protestoyê li dar xistine.

Li gorî nuçeya Ajansa Mezopotamyayê xwendekaran ji ber ku heta neha Doku nehatîye dîtin, rayedar şermezar kirine. Xwendekarên ku tevlî çalakîyê bûne, ronahîya telefonên xwe pê xistine û diruşmeyên “Bêdeng nemîne her ku tu bêdeng bimînî wê dor were te jî”, “Jin Jîyan Azadî”, “Gulistan Doku li ku derê ye" û "Dêrsim ranezê, xwedî Gulistanê derkeve” berz kirine. 

Çalakîya xwendekaran nêzî 3 saetan dewam kirîye.

Midûra Şevînîyê: “Ma hûn mirov in?”

Midura Şevînaya Xwendekarên Keçan a Ehlîbeytê, hewl daye ku xwendekarên çalakî li dar xistine asteng bike. Lê xwendekaran çalakîya xwe dewam kirine. Midurê li ser vê yekê ji xwendekaran re gotîye: "Gelo hûn li vê derê çima çalakîyê li dar dixin. Ma wê çi bikeve destê we."

Midura ku bertek nîşanî xwendekaran daye wiha got: "Ma hûn jî mirovin."

bianet

 

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê