Xwendekar bi betaniyên xwe li Taksîmê meşiyan

.

 Xwendekarên ku ev demeke ji ber nebûna beşê navxweyî û zêdebûna kirêya xaniyan li parkan radizin û çalakiyan dikin şeva borî 6ê Cotmeha 2021ê li Meydana Taksîmê ya Stenbolê bi betaniyan meşiyan.

Xwendekarên ku navê “Bêwaran” li xwe kirine û bi slogana “cihê me nîne” li kolanan nerazîbûna xwe pêşan didin li navçeya Beyoglu ya Stenbolê li 5 kolanan meşiyan û piştre li Meydana Taksîmê daxuyaniyek dan. 

Xwendekaran daxwazên xwe anîn ziman û gotin: “Em li her derê ne û bo mafê xwe yê cih jî çalak in. Lê li şûna guhê xwe bidin me, polîs êrîş dike û hevalên me desteser dikin. Emê çalakiyên xwe berdewam bikin, em cihê manê dixwazin.”

Xwendekaran diyar kirin ku bi armanca piştgiriyê ev çalakî saz kirine û bi betaniyên xwe dimeşin û ji welatiyên li qadê daxwaz kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyên wan.

Herî dawî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber çalakiyên wan ew wek "qaşo xwendekar" bi nav kiribûn.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal di meha Îlonê de perwerdeya zanîngehan destpê dike. Bi destpêkirina perwerdeya rûbirû li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek xwendekaran cihê manê peyda nekirin û li beramber krîza manê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Xwendekarên cihê manê peyda nekirine ji bo çareserkirina pirsgirêkê “Tevgera Barinamiyoruz” (Bêwaran) ava kirin. Xwendekar gazina nebûna cih ji saziyên girêdayî zanîngehan û kirêya giran a malên taybet dikin.

Siyaset Haberleri

Ahmet Guneştekîn li Romayê pêşangehek vekir
Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn