Xwendakarên kurd li Baybûrtê hatin lînçkirin

Xwendakarên kurd li Baybûrtê hatin lînçkirin

Grûbeke xwendekarên kurd ku li zanîngeha Baybûrtê dixwînin û ji bo azmûnê li bajr in, rastî êrîşên Tirkan bûn.

Li gorî agahiyan, piştî hatina wan ya bajêr, derewa xwedêgiravî xwendekaran 'propagandaya rêxsitina terorîst' kiriye belav bûye û di demeke kurt de bi sedan Tirk li dora avahiya wargeha xwendekaran civiyane û êrîşî xwendekarên kurd kirine. Xwendekarên kurd piştî êrîşê ketina wargeha xwendekaran û di avahiyê de asê mane. Êrîşkeran dolmîşa ku xwendekar  pê hatine bajêr jî şewitandin.

Xwendekarekî tirk ku ew jî di avahiyê de asê maye bi rêya Twitterê radigihîne ku îdîa nerast e û daxwaz dike ku werin rizgarkirin.

Weke tê zanîn Kurd li gelek bajar û navçeyên tirk bi gelek hincetan rastî êrîşan tên û ji aliyê Tirkan ve tên lînçkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin